Yaşam

Ziman û civak

Dema ku mirov bixwaze civakekê nas bike, divê serê pêşîn mirov bala xwe bide zimanê wê civakê. Ji ber ku ziman der barê reng û dirûvê civakê de hinek agahiyên pêwîst dide. Hest û ramanên civakê di nava zimanê wê de veşartî ye. Di vê nivîsê de em ê bala xwe bidin gotin û bêjeyên kurdiya kurmancî, li gorî wan peyvan em ê li ser jiyan û taybetiyên kurdan nirxandinan bikin. Ji bo vê yekê me peyvên di Ferhenga Yusuf Ziyaeddîn Paşa[1] ji xwe re kire palpişt ewa ku ji hêla M. Emîn Bozarslan ve hatiye latînîzekirin û beşa wê ya erebî jî li tirkî hatiye wergerandin. Ev ferheng di sala 1894an de hatiye çapkirin, li gel vê yekê jî der barê rabûn û rûniştin, jiyan û jîngeha kurdan de tiştan dibêje.

Her wekî gelek zimanan di kurdî de jî kan û jêderka jiyanê av e. Peyva “av” wekî rehebêjeyekê (root word) bûye maka gelek peyv û biwêjan. Erd û zeviya avî, av dan û hwd. Peyvên mîna “ava” ku îro wekî bêjeyeke xwerû xuya dike û jê peyvên avadanî, avahî hatine dariştin, jî dibe ku dota vê makê bin. Ji wê jî lekerên mîna “ava bûn, ava kirin” bi dest ketine.

Berî ku ez derbasî mijara reng û taybetiyên civakê bibim, min divê balê bikêşim ser hinek peyvên kêmnas. Di vê ferhengê de gelek peyvên kêmnas hene, ez ê çendekan ji wan li vir pêşkêş bikim: bêg (peyk), kilçan (fenera destan), miçilge (şertdanîn), miçirandin (damilandin), mijû (nanê beyat), miqesok (baz), mirês (îhtişam), peşûş (nerm), petot (riziyayî), peyik (pençeyê hirçan), pin (kêmasî û sûcê yekî), pijan (gulaş), selbend (kilittaşı), selîlanik (girgik/ girgirok), şerîh (goştê bêhestî), terwende (nadir), tilol (balçix), tis (kesê li derveyî lîstikê dimîne), zapoq (cihê rokirina çopê)… Hinek ji van peyvan di ferhengên nû de tune ne. Hinek jî bi tenê di ferhengan de mane, mixabin di jiyana rojane de nayêne bikaranîn.

Ev ferheng ji aliyê peyvsaziyê ve jî gencîneyeke baş û bikêr e. Min dahûrandineke berfireh li ser peyvsaziya bêjeyên di ferhengê de kiriye, ew ê di hejmara bê ya Kovara Zendê de were weşandin. Li vê derê ez tenê balê bikêşim ser hinek rehepeyvan[2] û peyvên ku ji wan hatine bidestxistin.

Peyvsazî: dûv> dûmesas, dûvrepik, dûvsing; ga> gadar, gadêrî, gaçêrîn; mey>meyger, meyxur; çar> çarpê, çarçek, çartaq, çarwe, çardar, çarder; ciwan> ciwanî, ciwanmêr; comerd, conga; bû> bûk, berbû, bûra; caw> cawker, cawbir; mijang, mijmijandin, mijmijo; ba> badan, bager, bahoz, bapêç; moz> mozebeş, mozeqirtik, nan> nangermî, nangir, nano, nanpêj; neh> nehek, nehberk; rê> rêç, rêwengî, rêbir; ser>serî, serbar, serkanî, serkar, serkele, serker, serkêr, serkom, sermil, serok, sersal, sersar, sersot, serwer, serşe, serşo; şev> şevder, şevgêr, şevîn, şevkor, şevrevînk (şevşevok), teng> tengav, tengayî, tengezar, tengijîn; zer> zeraqe, zerayî, zerdele, zere, zerek (gerdeniyê ji kehrîbarê), zerekew, zerekî (nexweşî), zergûz, zeriqîn, zerik, zerîle, zerpiçî, zerketav; zik> zikmakî, zikmezin, ziko (xwera), zikreş; zir> zirbab, zirxesû, zirxezûr, zirqetik, zirtilî, zirtawî…

Dema ku em bala xwe didin zimanê kurdî û peyvên di zimanê kurdî de em dibînin ku civaka kurd jiyaneke xwezayî û di nava suriştê de jiyaye. Navê dar û beran, fêkî û pincaran bi kitekit di kurdî hatine hilberandin. Lewre kurdî ji aliyê navên dar û beran ve, her wekî; bî, bizû, badak (laflafk), çevrebî, hêvrist… navên fêkî û pincaran ve gelekî dewlemend e.

Mînak: alîsor (cureyeke hirmê), alûçe (hêrûng), bîhok, boq (nav pîvazê), gewrik (cureyek hirmê), miqewr (cureyek kulind), şêmî (tûşêmî), tefarî (cureyek baş ê hejîran) cehter, tihtavik (nane)…

Her wiha civaka kurd jîngeh û erdnîgariya xwe jî bi awayekî xweş û kitekit pênase kiriye:

Em çend peyvan jî di vî warî pêşkêş bikin: avgîz (erdê ter û şil), avzêm (kaniyan ku havîn dimiçiqe), bahoz, bablîsk, bapêç, bestî, cinên (baxçeyê biçûk), çîleçep (rêyên bi çolçiv), deqel (erdê hişk), deman, dêm (bejî), kendal, mişefil (hevrazê asê), mitik (girik), werz, zaxor (cihê asê û bi kevir û zinar), zuxur…

Gelê kurd ne tenê jîngeh û surişta xwe, giyanewerên tê de jî bi berfirehî binav û pênase kirine, her wekî ji ajalên kovî û ajalên kedî, heta kurm û kêzan navên hemû giyaneweran di kurdî hene:

Ajal: col (keriyê mihan), dêse (miha kovî), doşanî (sewalên ku têne dotin), gaçêrin (balindeyek), xone (pisîka nêr), kulab (penceyên balindeyên dirinde), lok (hêştira baş), mahû (beraza mê), manek (hespê resen), manker, meya (hêstira mê), mêşin (mih), miqpêç (kewê kedî), nêrî,nûgin, nûzîn, paronek (golika yeksalî), mozik (dewarên dusalî), sak (golika gamêşê), seavik (seg, hirç û filê avî), sêvle (cilboq), simbelek (masiyekî zer), simyarik (balindeyeke mîna leglegê), şelûf (dîkê biçûk), şemar, şemûz (hêstira asê), şê (hesp/hestira bi rengê wê ber bi zer ve diçe), mahû (beraza mê), şîşek (berxika dusalî), terş (pez û dewar), tiştîr (bizina yeksalî), torî (wawîk), çît (dîkê ku hê nebûye yeksalî), dermale, hevûrî (karika dusalî), hemzir (kera biçûk û xurt), xweşkêş (sewala sernerm), boxe, kirtan (gamêşê xesandî), revo (keriyê hesp û hestiran)…

Kurm û kêz: çemçûr (kêzika mêwxur), gazîz (kurmê hêjîran), gazûz (kêzika nav kincan), mirmirik (cureyek vizikan), gosan, pispisok, sêw (moza bijehr), zov (şêmar)…

Aborî û hilberîn

Peyvên di ferhengê de nîşan didin ku jiyana gelê kurd, hilberîn û aboriya wan bi gelemperî li ser çandinî û ajaldariyê ye. Lewma jî peyvên têkildarî ajaldariyê di kurdî de mişe ne: axur, bane (çêregeha biharê ya mihan), barxane, bizmik, kandew, pageh (tewle), pût (xurek sewalan a zivistanê), taqî (postê mihan)…

Dema em bala xwe didin amûr û amrazên têkildarî hilberînê û kar û barên ku kurd pê daketine, em dibînin li gel kar û barên çandinî û ajaldariyê hinek amûrên zineatkarî û pîşekariyê jî di nav civaka kurd de bi pêş ketine.

Hilberîn û amûrên hilberandinê: aş> aşvan, bendeqe, beraze, aşêf (kirin), aşûjin (benê ji bo dirûtina devê çewalan), benik benîr, bêjing >bêjingker, bişûjin, birdî (cureyek qamiş), birek, bûse (helqeya darîn a li dora stûyê ga), celew (hefsar), bêrî>bêrîvan, bijûjin (şûjina mezin), bivir, cew (hevring), conî, cuhêr, çeqçeqok, daqoq, dep, kadînmêş, karmax, kerexane (hesinê tevdana agir), hestîf, kolek, mişar (hewzê ava bixwe difûre û xwê dimîne), miştaxe, moçik (yekeya pîvanê), moşen (qelm), paxêl (ereba hespan), sîrkut, taxûk (erebeya destan), tefşo… zibare…

Di nava van peyvan de serê pêşîn peyvên têkildarî nan û dan (aş, aşvan, bendeqe, çeqçeqok; conî, moşen ), peyvên der barê ajaldariyê de (benîr, bûse, celew, bêrî, cew) û peyvên têkildarî karên nava bax û baxçeyan, çandiniya erd û zeviyan û rezvaniyê balê dikêşin. Her wiha peyva zibare nîşanî me dide ku civaka kurd di kar û barên xwe de hevkariyê dikin.

Kar û pîşeyên ku kurd dikin jî li gorî pêdiviyên vê civakê ne. Di ferhenga mijara lêkolînê de navê gelek kar û pîşeyan hene, me hinek ji wan wekî nimûne neqandin:

Kar û pîşe: cilşo, cotyarî, çilobir, çolax (zembilker), falavêj, hetar (ewê kevirê kilsê dişikêne), hewnas (serpale), hêker (kesê kincan dihûne), kapox, korsker, kurtanker, lebûdî, mazîçin, mijmijok (kewara ku hê hemû şaneyên wê tijî hingiv nebûne), mîrav, nanpêj, nalbend, nator, pembûjen, pirot (kesê kûz û firaqan çêdike), remildar, sabûnpêj, sazbend, şûrker…

Dema ku em bala xwe didinê, em dibînin ku hinek kar û pîşeyên mîna cotyar, hewnas, mîrav, pembûjen der barê çandiniyê de ne. Hinekên mîna çilobir, kapox, mazîçin, kurtanker, nalbend, lebûdî nîşan didin kurd jiyaneke xwezayî dijîn û bi karê çandinî û ajaldariyê radibin. Hinek kar û barên mîna hêker, çolax, hetar, hêker û korsker jî karên berî pîşesaziyê ne. Peyvên kadînmêş û mijmijok nîşan didin ku di kurdan de karê xwedîkirina mêşhingivan berbelav e. Her wiha ji peyvên mîna “binta (kewaşe), cembelî (titûnê sert), qose, şamûyî (titûnê kêmqelîte)” tê fehmkirin ku çandiniya titûn û cixarekêşî jî di nav kurdan de hebûye.

Dîsa peyvên der barê çek û posatan de der barê şerkeriya kurdan de agahiyê didin.

Mînak: cebilxane, cehferî (cureyeke şûr), berwec (hesinê tifingê), çarçek, çatkêş (harbî), kalanî, kalûme (şûrê şikestî), şammisrî, şamderzî, şeşxane, tever (bivirê şer), lahor…

Di dawiya vê gotarê de em dikarin bibêjin ku civaka kurd a dawiya sedsala 19an li jîngeheke suriştî, bi kar û barê çandinî û ajaldariyê daketiye. Di warê pîşekarî û pîşesaziyê de jî gavên destpêkê hatine avêtin. Heke derfet bihata dayîn û civak bi şiyan û vîna xwe teşe bigirta û bi pêş ve biçûya, digel çandinî û ajaldariya nûjen, dê pîşesazî jî bi pêş biketa.

Binêre:

[1] Yusuf Ziyaeddin Paşa. (Amadekar: M. Emin Bozarslan). (1978). Kürtçe-Türkçe Sözlük. Çıra Yayınları. İstanbul.
[2] rehepeyv: root word; kök sözcük.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

haber-nazilli.com.tr

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu